" window.dataLayer = window.dataLayer || []; function gtag(){dataLayer.push(arguments);} gtag('js', new Date()); gtag('config', 'UA-110153707-15'); " window.dataLayer = window.dataLayer || []; function gtag(){dataLayer.push(arguments);} gtag('js', new Date()); gtag('config', 'UA-110153707-15'); " Îhram
Îhram
434

Îhram di ferhengê de;
Men e.
Îhram di navlêka fiqhî de;
Nîyeta ketina nisûkê û pê re destpêkirina bi emelekî ji emelên hecê ye.

>Îhram bê nîyet çênabe. Însan, bi ezmkirina hec û ûmrê tenê nabe îhram- wergir; lewra ew ji wê dema ku ji welatê xwe dest bi seferê dike ve, ezma hec û ûmrê dike, ew bê nîyeta ketina nisûkê bi jixwe-kirina cilên dirûtî û bi telbîyê tenê nabe îhramwergir.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Emel, bes bi nîyetan e. Her kesî çi nîyet kiribe, ew jê re heye.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

Mûstehebên îhramê

1. Xwe şûştin

>Xarîce kurê Zeyd kurê Sabit ji bavê xwe rîwayet dike, dibêje wî got; «Min pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] dît, wî cilên xwe xwe ji bo îhlala xwe ji xwe kirin û xwe şûşt.» (Tirmizî rîwayet kiriye)

01_09_001-Al-Ghusl.jpg

2. Xwe paqij kirin.

>Ew, bi hilkirina mûyên binçengên xwe û rûvê xwe û kurtkirina simbêlên xwe û jêkirina neynokên xwe çêdibe.

05_04_002.jpg

05_04_003.psd

05_04_004.psd

3. Bêhna xweş.

>Lewra Aîşe [Xuda jê razî be] rîwayet dike, dibêje: «Ji bo îhram li xwe kirina wî, dema wî îhram li xwe dikir, min jî bêhna xweş li pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] dikir.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

>Lêbelê mirov bêhna xweş li cilên xwe nade.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Hûn ji cilan tiştekê li xwe nekin; ku zeferan, yan jî wers (Wers, giyayekî zer e, bêhna wî pirr xweş e, ew ji bo boyaxê bikar tê.) lê ketibe» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

05_04_005-Perfume.jpg

Tîb

4. Jixwekirina zilamî ye, ji bo cilên dirûtî berî îhraman ew pêşmaleke sipî û ebayekî sipî li xwe dike û pêlavekê dixe pêyên xwe.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] dibêje: «Bila yek ji we îhrama xwe pêşmalekî, ebayekî li xwe bike û du fer pêlav bixe lingên xwe. Heke ew du fer pêlav nebîne, bila du xufikan bixe pêyên xwe; bila wan biqetîne ji bo ew heta bi gwîzekan bibin» (Ehmed ew rîwayet kiriye)

>Herçî jin e, ew ji cilan kîjanê bixwaze, ewê îhraman li xwe bike. Jê re rengekî mûeyyen jî nîn e. Lêbelê bila ew xwe ji şibihandina zilaman û ji cilên zînetê biparêze. Ew di îhramê de nîqab û lepikanwernagire. Lêbelê dema zilamên ecnebî hazir bin, hingê bila ew rûyê xwe binixumîne, yanî bila ew cilê xwe ji ser serê xwe ve bi ser xwe de berde.

>Lewra Aîşe [Xuda jê razî be] rîwayet dike, dibêje; «siwar di ber me de derbas dibûn, em jî bi pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] re di îhraman de bûn. Dema ew dihatin dehma me, yekê ji me, ji ser serê xwe ve cilbaba xwe bi ser rûyê xwe de berdida. Dema ew ji me dibûrîn me jî rûyê xwe vedikir» (Ebûdawud rîwayet kiriye)

05_04_006-Wearing a loin cloth and robe by a Muhrim .PSD

Pêşmal û eba ji bo îhramwergirî

05_04_008-Gloves worn by females in Ihram.png

Lepik ji bo îhramwergirê

05_04_007- Wearing sandals by a Muhrim.psd

Pêlav ji bo îhramwergirî

12345.JPG

Nîqab ji bo îhramwergirê

Qedeğeyên îhrame

1. Serê xwe nixumandina zilamî bi melasiqê

>Îbnûmer [Xuda jê razî be] rîwayet dike, dibêje; zilamekî got; ya pêğemberê Xuda! Îhramwergir kîjan cilan li xwe dike? Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Serkirasan, şaşan, derpêyan û bornozan wernegirin» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine.)

>Dîsa pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] di bara wî yê ku di îhraman de miribû de gotiye: «Çarikê nedin serê wî; lewra ew roja qîyametê lebeykebêj tê şandin.» (Buxarî ew rîwayet kiriye)

>Heke wî serê xwe girê nedabe, her wekî ew sihwanekê , yan çadirekê, yan banê malekê, yan jî taksîyekê bikarbîne, jê re guneh nîn e.

05_04_010-Wearing a turban by the Muhrim.png

Şaş ji bo îhramwergirî

05_04_012-Wearing of trousers by the Muhrim.psd

Lixwe-kirina derpê ji bo îhramwergirî

05_04_011-Wearing a cap by the Muhrim.psd

Kum ji bo îhramwergirî

05_04_013-Sunshade for the Muhrim.jpg

Sihwan ji bo îhramwergirî

2. Lixwe-kirina cilên dirûtî ji bo mêran e

>Ji mexîtê meqsed; ew cil e ku li gorî bedenê, yan jî hinekî ji bedenê, hatibe dirûtin e. Her wekî cil, derpê, kiras, xufik, gore, lepik û yên wekî van e.

>Lewra Îbnûmer [Xuda jê razî be] rîwayet dike, dibêje: «Kiras, şaş, derpê, bornoz û xufikan wernegirin» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

>Dema mirovê ku îhraman dixwaze, pêşmalek bi dest wî nekeve, ew dikare derpêyekî li xwe bike, heta ew ji xwe re pêşmalekî peyda bike. Dema ew du fer pêlav nebîne, ew dikare du xufikan wergire.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Heke ew du fer pêlav bidestnexe bila xufikan wergire, bila ew wan biqetîne ji bo ew heta bi herdu gwîzekan bibin» (Îbnxuzeyme rîwayet kiriye)

Lixwe-kirina cilên dirûtî ji bo îhramwergir

05_04_015-Wearing shoes.jpg

Pêlav

05_04_016-Wearing khuffs (leather socks) for the Muhrim.psd

Xufik ji bo îhramwergir

05_04_014.jpg

3. Kuştina nêçîrên bejîyê, yan jî nêçîrkirina wan e

>Lewra Xuda Teala dibêje: {Dema hûn di îhraman de bin, nêçîrê nekujin!} [Maîde, 95] Yanî dema hûn ji bo hec û ûmrê ketibin îhraman.

>Dîsa Xuda Teala dibêje: {Heta hûn di îhraman de bin nêçîra bejîyê ji we re hatiye heramkirin.} [Maîde, 97]Ji nêçîra bejîyê meqsed; ew heywan û teyrên wehşî yên mûbah in.

>Herçî heywanê kedî ye, ew ne nêçîr e. Ji bo îhramwergir serjêkirina mirîşk, heywanên çarpê û yên wekî wan durust e.

>Herçî nêçîra behrê ye, ji xwe ew durust e.

>Lewra Xuda Teala dibêje; {Nêçîra behrê û xwarina wê jî we re hatiye helalkirin.} [Maîde, 96]

>Herçî ew heywan e ku xwarina goştê wan heram e, her wekî mar û dûpişk, kuştina wan durust e. Her wiha ji bo îhramwergir kuştina her heywanê ku êrîşî wî bike, durust e; heke bê kuştina wî nikaribe wî ji ser xwe def bike.

05_04_017-Scorpion.png

Dûpişk

05_04_019-Water game is permissible for the Muhrim..jpg

Nêçîra behrê ji bo îhramwergir durust e

05_04_020-It is permissible to slaughter livestock during Ihram..jpg

Serjêkirina heywanên çarpê durust e

05_04_018-Snake.jpg

Mar

05_04_021-Land game from among birds.png

Nêçîra teyrên bejî

4. Kurkirina mûyan, yan kurtkirina wan, yan jî hilkirina wan e

>Lewra Xuda Teala dibêje: {Serê [pora] xwe kur nekin heta hedîy bigihîje cihê xwe.} [Beqere, 196]

>Qedeğekirin, şamilî ser mûyên bedenê tevan tê. Ew jî li ser pora serî hatine qîyaskirin.

05_04_022-Shaving and trimming the hair.jpg

Kurkirin û kurtkirin

5. Jêkirina neynokan e

>Hîç ferq nake; çi neynokên destên wî bin, çi jî yên pêyên wî bin.

IMG_3886.jpg

Jêkirina neynokên pêyan

IMG_3884.jpg

Jêkirina neynokên destan

6. Bêhna xweş di beden û cilan de ye

>Ji bo îhramwergir - piştî ew bikeve îhraman- qedeğe ye, ew bêhna xweş li bedena xwe, yan jî li cilên xwe bide, yan jî qesda bêhnkirina wê bike.

>Lewra hedîsa Îbnûmer [Xuda jê razî be] heye, dibêje: «Hûn ji cilan tiştekê li xwe nekin; ku zeferan, yan jî wers lê ketibe» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine.)

>Dîsa hedîsa wî yê ku di îhraman de miribû, heye, dibêje: «Henûtê li wî nekin.» (Buxarî rîwayet kiriye)

IMG_3889.jpg

Bêhna xweş li bedenê dan ji bo îhramwergir

IMG_3891.jpg

Bêhna xweş li cilan dan ji bo îhramwergir

7. Eqda nîkahê ye

>Lewra hedîsa Osman [Xuda jê razî be] heye, dibêje; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Îhramwergir nîkah nake, li xwe nîkah nake û jinan jî naxwaze.» (Mûslim rîwayet kiriye)

8. Cîma ye

>Ew, kutana di quz de ye.

>Lewra Xuda Teala dibêje: {Kî, di wan de hecê li xwe ferz bike, cîma nîn e.} [Beqere, 197]

>Îbnebbas [Xuda jê razî be] dibêje: «Ew cîma ye.»

>Ew jî dijwartirîn qedeğeya îhraman e.

9. Çerm pev gihandina di ğeyrê quz de ye

>Her wekî ramûsan û destdanê ye. Lewra ew navgîna kutana heram e.

Qedeğeyên îhraman ji jinê re

>Jin di bara qedeğeyên îhraman de wekî mêr e. Lêbelê ew di van xusûsên jêrîn de ne wekî mêr e:

>Ew cilên dirûtî li xwe dike.

>Ew serê xwe dinixumîne.

>Ew poşîk û lepikan wernagire. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Jina îhramwergir poşîkê nade ber rûyê xwe û lepikan jî wernagire.» (Buxarî ew rîwayet kiriye)

>Jin li cem mêrên bîyanî be rûyê xwe dinixumîne; yanî ew ji alîyê serê xwe ve cilên xwe bi ser rûyê xwe de berdide û wergirtina zîneta zêr jî jê re mûbah e.

Tewcîhat

>1. Ti esl, ji bo wê nimêja ku jê re “nimêja sunneta herdu reketên îhramê” tê gotin nîn e. Her wekî ku xwe pêgirtina bi dûayeke mûeyyen li cem ihram wergirtinê jî meşrû nebûye.

>2. Heke rêwî rêwîyê bi firokê be û tirsa wî hebe ku ewê nikaribe cilên îhraman li xwe bike, hingê dema ew bigihîje cihê mîqatan, ewê wan ji mala xwe, yan jî ji firokxanê li xwe bike. Ew bi wê nabe îhramwergir heta nîyeta nisûkan neke, berî were dehma mîqatan.

Îtîbaa

05_04_028.PSD

>3. Hinek hacî bi li xwekirina cilên îhraman re milên xwe yên rastê vedikin, ji vê re îtîbaa tê gotin. Ev, ne sehîh e. Lêbelê îtîbaa, li cem tewafûl qudûmê tenê dibe. Lêbelê mirov di ğeyrê wê de herdu milên xwe dinixumîne.

Hinek nesîhetên giştî ji bo hacîyan

>Dema misliman biçe sefera hecê, yan jî ûmrê, li ser wî wacib e, li pey van rêşanîdanên tên, biçe:

>1. Bila ew wesîyeta “teqwa Xuda [ezzewecelle]” li malbata xwe û hevalên xwe bike. Teqwa Xuda, kirina fermanên wî û xwe dûrkirina ji qedeğeyên wî ye.

>2. Bila ew deynên xwe yên li xelkê û yên xelkê jî yên li xwe binivîse û ew li ser vê jî şahidan rake.

>3. Bila ew lezê li toba nesûh ya ji hemû gunehan bike. Gelî mûmînan! Li ber Xuda Teala tobe bikin ji bo hûn biserkevin.

>Xuda Teala dibêje: {Gelî yên ku îman anîne! Bi tobeyeke ji dilûcan ji gunehên xwe vegerin û li ber Ellah tobe bikin. Dibe ku Rebbê we li gunehên we bibuhure û we bixe bihiştên ku di bin koçkên wan de çem diherikin} [Tehrîm, 8]

>4. Heke wî di bara can, yan mal, yan jî îrzê de zulmek li yekî kiribe, bila ew berî sefera xwe wê neheqîyê li xwediyê wê vegerîne, yan jî wê li xwe bide helalkirin. Wekî ku pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ferman kiriye, gotiye: «Kî, di bara mal, yan jî îrzê de zulmek li birayê xwe kiribe, bila îro ji wî helalbûnê bixwaze; berî ku dînar û dirhem nebin. Heke wî emelê salih hebe, bi qasî neheqîya wî jê tê standin. Heke xêrên wî nebin, ji günehên hevalên wî tên standin û li wî tên barkirin.» (Buxarî ew rîwayet kiriye)

>5. Bila ew ji bo hec û ûmra xwe nefeqekekî pak ji malê xwe yê helal bibijêre.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ferman kiriye, gotiye: «Xuda Teala pak e, ji tiştê pak pê ve qebûl nake. Xuda Teala çi ferman li pêğemberan kiribe, ew ferman li mûmînan jî kiriye. Xuda Teala gotiye: ‘’Gelî pêğemberan! Ji malê pak bixwin û emelê salih bikin’’ Xuda Teala gotiye: ‘’Gelî yên ku îman anîne! Ji malê pakê ku me rizqê we daye we bixwin û spasîya Xuda bikin heke hûn ji wî tenê re îbadet dikin.’’ Paşê behsa wî zilamî kir, ew sefera xwe dirêj dike, di nav toz de maye, destê xwe bi asîmanî ve dirêj dike: Ya Reb, ya Reb! Xwarina wî heram e, vexwarina wî heram e, cilên wî heram in, bi heramîyê hatiye xwedîkirin, vêca bersiva wî dê çawa were dayîn?!» (Mûslim ew rîwayet kiriye)

>6. Bila ew bi heca xwe û ûmra xwe razîbûna Xuda û mala axretê qesd bike û di wan cihên şerîf de bi gotin û kirinên ku Xuda razî dikin xwe nêzî Xuda Teala bike. Bila ew tam şîyar be, ji bo bi heca xwe qesda dinya û pertalên wê, rîyakarî û nav û deng û pesn û şehnazîyê neke.

>7. Bila ew di hec û ûmra xwe de tiştên jê re meşrû hîn bibe, xwe rohnî û zana bike û tiştên ku di vê xusûsê de nizanibe jî bipirse ji bo bi zanîn hec û ûmra xwe eda bike. Lewra mixabin gellek hacî hene, diçin hecê; lêbelê di bara awayê edakirina hecê de ti agahîya wan nîn e, ew hinek ferzên wê zayî dikin ku ew jî heca wan pûç dikin.

Hinek ji hukmên Îhraman

>Îhramwergir, dema li cem desmêjê, yan jî şûştinê çend mû ji serê wî bikevin, ew zirar nade wî. Her wiha ye, heke tiştek ji simbêlên wî, yan ji riha wî, yan jî ji neynokên wî jî bikeve, dîsa zirar nade wî; madem wî bi qesd ew jê nekiribin. Di vê de mêr û jin wekhev e. Heke mûyek yan jî neynokek ji jinê jî bikeve, ew zirar nade wê.

>Ji bo îhramwergir durust e bendekê li ser lingê xwe deyne; heke îhtiyaca wî pê hebe, yan jî di vê de mesleheteke wî hebe.

Şertkirin di nîyetê de

>Kî, nexweşîyeke wî hebe, yan jî bitirse ku rewşek lê peyda bibe, nehêle ew nisûkên xwe temam bike, hingê jê re mûsteheb e li cem îhram lixwekirinê, ew şert bike û bibêje; ‘’Lebbeyke Xudayê min ez ji bo ûmrê, yan dîgerê wê îhram werdigrin; lê heke astengek li pêşîya min derkeve û nehêle ez nisûkên xwe temam bikim, li wir ez ji îhramê derketime.’’

>Aîşe [Xuda jê razî be] rîwayet dike, dibêje; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] hat cem Dûbbae keça Zûbeyr, jê re got; ‘’Dibe ku tu qesda hecê dikî?’’ Wê got; ez bi Xuda kim; ji êşê61 pê ve nabînim! Jê re got; «Hecê bike û şert deyne, bibêje; Xudayê min, ez li kuderê bêm astengkirin, ez li wir ji îhramê derketime.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine.) Dema ew vê bibêje û astengek jê re çêbibe, bê tiştek jê re durust e ji îhraman derkeve.