Hinek celebên din ji malên zekatê
198

Sünnet;
Ew tişta ku ji bilî ferzan bi qesda xwe nêzîkkirina Xuda Teala tê dayîn e.

>Bi vê pênasîyê, hedîye û yên wekî wê; ewên ku ji bo dostanî û hezkirinê tên dayîn jê tên derxistin. Ew nakevin ber pênasîya sedeqê ku di şerîetê de jê re hinek hukmên xusûsî hene.

Hukmê sedeqa sünnet

>Sedeqa sünnet, di hemû dem û wextan de mûsteheb e. Nexasim dema îhtiyac pê hebe. Lewra hem Xuda di kitêba xwe de ew teşwîq kiriye, hem jî pêğemberê wî [dirûd û silavên Xuda lê bin] di sunneta xwe de sedeqe teşwîq kiriye.

>Xuda [ezzewecelle] dibêje: {Ew kî ye ku qerzekî sipehî bide Xuda? Vêca ew jî wê jê re qat bi qat zehf zêde bike.} [Beqere, 245]

>Ebûhûreyre [Xuda jê razî be] rîwayet dike, dibêje: «Kî, bi qasî xurmekî ji kesba pak -ji xwe Xuda ji tişta pak pê ve qebûl nake- sedeqekê bide, Xuda wê bi destê rastê xwe qebûl dike. Paşê ew wê ji xwediyê wê re qat bi qat zêde dike, her wekî ku yek ji we ciwanîkê -weledê hesp e- xwe xwedî dike heta dibe wekî çîyê.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine.)

>Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] jî ewê ku sedeqa xwe bi dizîkahî dide yek ji wan heft kesan jimartiye; ewên ku Xuda Teala wan dixe ber siha xwe, di wê roja ku ji siha wî pê ve ti sih nîn e.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Zilamek e, bi dizîkahî sedeqe dide heta çepê wî nizane rasdtê wî çi înfaq kiriye.»
(Buxarî û Mûslim rîwayet kirine.)

>Ke‘b kurê ‘Ûcre [Xuda jê razî be] rîwayet dike, dibêje: Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Sedeqe, şaşîyan ditemirîne, her wekî ku av jî agirî ditemirîne.» (Tirmizî rîwayet kiriye.)

Edebên sedeqa sünnet

1. Edebên wacib

>a- Îxlasa ji bo Xuda Teala ye. Ewê zekata xwe bi qesda rizamendîya Xuda bide; ne ji bo riyakarî û nav û dengê xwe.

>b- Xwe parastina ji minnet û êşandinê ye. Lewra Xuda [ezzewecelle] dibêje: {Gelî yên ku îman anîne! Sedeqên xwe bi minnet û êşandinê pûç nekin!} [Beqere, 264]

2. Edebên mûsteheb

>a- Mûsteheb e, misliman sedeqa xwe bide lêzimên xwe yên mûhtac, ewên ku nefeqê wan li ser wî ne wacib be. Her wekî apên xwe û xalên xwe. Bila jin jî sedeqa xwe bide mêrê xwe yê xizan û dîgerên van jî. Lewra sedeqa li van ji sedeqa li dîgerên wan çêtir e.

>Çawa ku Xuda Teala dibêje: {Sêwîyekî lêzim.} [Beled, 15]

>Dı hedîsê şerîf jî dibêje: «Sedeqa li ser miskînî sedeqeyek e. Ya li ser lêzimî du sedeqe ye: Sedeqe ye û sileya rehmê ye.» (Nesaî rîwayet kiriye.)

>b- Bijartina sedeqê ji malê xwe yê helal, yê pak û hezkirî ye. Lewra Xuda Teala dibêje: {Hûn nagihin xêrê heta hûn ji malê xwe yê ku jê hez dikin, înfaq nekin.} [Alî Îmran, 92]

>c- Bi dizîkahî sedeqe dayîn e. Lewra ew ji îxlasê re nêzîktir e, ji riyakarî û nav û deng dûrtir e û ji qedr-girtina feqîrî re jî nêzîktir e.

>Lewra Xuda Teala dibêje: {Heke hûn sedeqeyên xwe bi eşkerehî bidin, çi rind e! Lê heke hûn wan bi dizîkahî bikin û wan bidin feqîran, ew ji we re çêtir e.} [Beqere, 271]

>Heke di îzharkirina sedeqê de meslehetek hebe, her wekî çavlêkirina yekî din li wî di înfaqê de hebe û teşwîqkirina haziran hebe, îzharkirina wê mûsteheb e. Lêbelê dîsa divê misliman li nîyeta xwe û karê xwe şîyar be.

>d- Çi ji mirov were, mirov wê sedeqe bide, çendan ew hindik be jî.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Xwe ji êgir biparêzin çendan bi şiqê xurmekê be jî.» (Buxarî rîwayet kiriye.)

Feydeyên sedeqa sunnet

Ya yekê; feydeyên ku li ferd vedigerin

>1. Paqijkirina nefsê ye.

>Lewra Xuda Teala dibêje: {Sedeqekê ji malên wan bistîne, tu dê wan pê paqij bikî û wan pê temîz bikî.} [Tewbe, 103]

>2. Xwe girtina bi mezinê me Mûhemmed [dirûd û silavên Xuda lê bin] e. Lewra comerdî û kerem exlaqê wî bû. Wî ewqas sedeqe didan her wekî mirovê ku hîç ji feqîrtiyê natirse. Wî ji Bîlal re digot: «Bîlal, înfaq bike û ji xwediyê erş ji feqîrtiyê netirse.» (Bezzar ew rîwayet kiriye.)

>3. Ewê ku înfaqê dike, Xuda xelefa wê lê vedigerîne û nefsa xwediyê wê jî pê bilind dibe.

>Lewra Xuda Teala di bara wê de dibêje: {Hûn çi înfaq bikin, ew şûna wî tije dike. Ew çêtirînê rizqdaran e.} [Sebe, 39]

>4. Paqijkirina mal ji qîrewîra kirîn-firotinê ye.

>Lewra Qeys kurê Ebûğerze [Xuda jê razî be] dibêje; me di serdema pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] simsar teyîn dikirin. Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] di ber me de derbas bû, me ew bi navekî ji wî sipehîtir binav kir. Wî got: «Gelî koma bazirganan! Kirîn-firotin pûçî û sûnd tevlî wê dibe, sedeqê tevlî wê bikin.» (Ebûdawud rîwayet kiriye.)

>5. Qezenckirina hesenatan û efûkirina gunehan e.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Kî, bi qasî xurmekî ji kesba pak -ji xwe Xuda ji tişta pak pê ve qebûl nake- sedeqekê bide, Xuda wê bi destê rastê xwe qebûl dike. Paşê ew wê ji xwediyê wê re qat bi qat zêde dike, her wekî ku yek ji we ciwanîkê -weledê hesp e- xwe xwedî dike heta dibe wekî çîyê.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine.)

>6. Menfîet-dîtina mislimanî ji sedeqa wî ya carîye piştî mirina wî ye.

>Lewra Ebûhûreyre [Xuda jê razî be] rîwayet dike, dibêje; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Dema misliman bimre, emelê wî qut dibe. Lê ji sê tiştan qut nabe; ji sedeqeyeke cariye, yan îlmekî ku menfîet jê tê dîtin, yan jî weledekî salih ku jê re dûa bike.» (Mûslim rîwayet kiriye.)

>7. Sedeqe sersebebê zêdebûna mal û bereket ketina nav wî ye. Lewra ew îşaretek ji îşaretên şukrê nîmetbexşî ye. Ji xwe kî şukr bike, jê re soz heye ku Xuda nîmetê xwe ji wî re zêde bike.

>Lewra Xuda Teala dibêje: {Di bîra xwe bîne wê dema Xudayê te bang hildêrîya; heke hûn şukr bikin, ezê ji we re zêde bikim; heke hûn nankorîyê bikin, bêguman ezabê min dijwar e.}[ Îbrahîm, 7]

Ya duduyan; feydeyên ku li civakê vedigerin

>1. Sedeqe peyama zekatê ji bo civakan temam dike.

>2. Peydakirina palpiştî, hevkarî, îstiqrar û hezkirinê di civaka misliman de ye.